gernasnenas@Gernasê Dîn :) About Me:Bi rastî naxwazim qala xwe bikim. Derheqa xwe de dikarim çend gotinan binivîsim. Destpêka destpêkê; ez di16ê meha adara sala 1993yan de, li gundê bi navê Zîlanê ku bi navçeya Êlih, Hezoyê ve girêdayî ye ji dayîk bûm. Ez heta sala 2008an li gund jiyam. Ji wê salê û heta niha li Stenbolê me. Min li Kurdî-Dera Êlihê zimanê dayîka xwe xwend û piçekî jî mamostetî kir. Niha stran û helbes dinivîsim. Ger dema min çê dibe; rojnamegerî dikim. Ez ev im. Ger di serê te de tiştên zelal nebûne hebin, bi rêya peyamê bipirsin. DEMBAŞ RÊHEVAL!
|